PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand ku heta niha hikûmeta federalî ya Iraqê ji heqên darayî yên Herêmê dînarek jî neşandiye.
Hêmin Hewramî di civîneke rojnamevanî de got: “Hikûmeta Iraqê pabendî cîbicîkirina yasaya budceyê nebûye.”
Hewramî eşkere kir; ev 12emîn meh e ku hikûmeta Iraqê heqên darayî yên Herêmê neşandiye.
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku dahatên petrol û deriyên sînorî, pêwîstiya wan bi cîbicîkirina baştir a yasaya reformê heye û divê reform tê de werin kirin.
Hêmin Hewramî herwiha da xuyakirin ku hefteya bê, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê biçe Bexdayê ji bo lipeyçûna pirsa cîbicîkirina yasaya budceyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin