PeyamaKurd – Beriya serdana Parîsê ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, hikûmeta Fransayê ji Amerîkayê daxwaz kir ku hêzên xwe ji Iraq û Afganistanê venekişîne.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian îro 13ê Mijdarê da xuyakirin, Parîs ji Washingtonê daxwaz dike, berdewambûna tundrewiyê li ber çavan bigire di vê rewşê de ji Iraq û Afganistanê hêzên venekişîne.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, di gera xwe ya Ewropa û Rojhilata Navîn de serdana Parîsê dike ku mijarên têkildarî herdu aliyan wê bên gotûbêjkirin.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian jî ragihand ku ew dê roja duşema bê bi Mike Pompeo re bicive û peyama Fransayê bigihîne Amerîkayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin