Li Iraqê xwepêsandan didomin: Yek kustî û 120 birîndar

Li Iraqê xwepêsandan didomin: Yek kustî û 120 birîndar

PeyamaKurd - Xwepêşandan û protestoyên li dijî hikûmeta Iraqê li Bexda, Besra û çend bajarên din hê jî didomin.

Komîsyona mafên mirov ya Iraqê ragihand ku di aloziyên doh de li bendera Um Qesr ya Besrayê herî kêm 120 kes birîndar bûn.

Herwiha hat îdiakirin ku xwepêşanderan deriyê bendera Um Qesr ya Besrayê girtine û nahêlin ti kes tê de derbas bibe. Bendera Um Qesr yek ji benderên girîng yên Iraqê ye ku Iraq piraniya genim, rûn û şekirê xwe ji wê benderê re hawirde dike.

Dîsa tê gotin ku doh li Bexdayê jî kesek hatiye kuştin û nêzîkî 100 kes jî birîndar bûne.

Li gorî amarên Komisyona Mafên Mirovan a Iraqê, ji destpêka xwepêşandanên Iraqê ve heta niha herî kêm 250 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin