Wezareta Pêsmerge: Li navçeyên Kurdistanî 60 gund hatin valakirin

Wezareta Pêsmerge: Li navçeyên Kurdistanî 60 gund hatin valakirin

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand, li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji ber valahiya ewlehiyê û gefên DAÎŞê 60 gundên grêdayî Xaneqînê hatine valakirin.

Cîgirê serfermandarê Pêşmerge Qehreman Şêx Kemal da xuyakirin, li Heremên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herema Kurdistanê dimînin û wek “Heremên Nakok” têne binavkirin, çalakiyên DAÎŞê zêde bûne û got; li heremên sînor yên di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ne, ji ber valahiya ewlehiyê her ku diçe gefên DAÎŞê zêde dibin.

Şêx Kemal diyar kir, “Ji ber vê yekê 60 gundên di nav sînorê Xaneqînê de neçar mane ku vala bikin.”

Fermandarê Pêşmerge da zanîn, artêşa Iraqê baş tedbîran wernagire û DAÎŞê li çiyayên Qerçoxê, Mexmûr û Kerkûkê stargehên mezin çêkirine.

Şêx Kemal bibîr xist, li gorî peymana di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê divê li Diyala, Kerkûk, Mûsil, Mexmûr, Hewlêr û Bexdayê navenda operasyona hevpar bê damezirandin û got “Ji bo heremên ku valahiya ewlehiyê hene, tevgera hevpar lezgîniya giringiya xwe diparêze. Di derbarê vê mijarê de bi carab me amadekariya diyar kir lê hêzên Iraqî samimiyetê nîşan neda.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin