PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên li Yûnanistanê, wezîrê karên derve yê Îsraîlê Eli Cohen seredana Yûnanistanê kir. Wezîrên her dû welatan xwestine ku di navbera her dû welatan de hevkariya xwe zêdetir bikin û ragihandine ku dê di seha bazirganî, tûrîzm û teknolojiyê de xebatan bikin. Eli Cohen yekem wezîre ku piştî hilbijartina li Yûnanistanê ya 25 ê Hezîranê seredana Yûnanistanê kiriye. Cohen di seredana xwe de bi wezîrê karên derve yê Yûnanistanê bi Yorgos Yerapetritis re hevdîtin kir û di civîna çapemeniyê de weha got:
“Ez kêfxweşim ku piştî avakirina hukumeta nû ya Yûnanistanê yekem wezîrim ku min seredana Yûnanistanê kir. Seredana min nîşan dide di têkiliyan de em nêzî hev in. Îsraîl dixwaze ew têkiliyên ku di seha bazirganî, ekonomî, teknolojî û weka sehayên tûrîzmê de bi Yûnanistanê re hene biparêzin. Jimara geştiyarên ku ji Îsraîlê diçin Yûnanistanê, di salekî de ji 1 milyon û 300 hezarî derbas dibe.”
Di mijara operasyonên ser bajarê Cenînê de Cohen got ku ew ne bi Fîlîstînê re şer dikin, ew bi terorê re şer dikin. Di êrîşa ser bajarê Cenînê de yek sîvîlekî nehatiye kuştin û kuştî hemû terorîstin. Di mijaran de Yerapetritis jî weha got:
“Şiddet ne çareseriye an ku ne bersive. Em ji wê şiddeta ku zêde dibe, bi endîşe ne. Em her cûre terorê şermezar dikin. Gelek zelale ku şiddet ne çareye û ne bersive. Pêwiste ji mafê ewlehiya dewletê re rêz bigrin. Divê di krîzê de her teref aram be û xwe kontrol bike. Em razî ne her dû teref li ser çi li hev bikin, em piştgiriya wê dikin ji ber ji bo berjewendiyên her dû terefa ye.”
Yerapetritis, balê kişand ser hecma bazirganiya navbera her dû dewletan ya sala 2022an û got ku hecmê wê 1 milyar û 400 mîlyon Avro ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin