Ano Cewher: Xirîstiyan xwedî biryar û nêrîna serbixwe ne

Ano Cewher: Xirîstiyan xwedî biryar û nêrîna serbixwe ne

PeyamaKurd - Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê ji pişka Xirîstyanên Kurdistanê, Ano Cewher,  derbarê êrîşên ser pêkhateyên Kurdistanê têne kirin got, ew gef û êrîşên han ne rewa ne û pêkhateyên Herêma Kurdistanê pişkeke rasteqîne ne ji xelkên Kurdistanê û xwedî biryar û nerînên serbixweyên xwe ne.

Ano Cewher destnîşan kir, Xirîstîyan li jêr bandora ti alîyekî sîyasî nîne û hemû kes li derveyî perlemanê û di nav perlamanê de azad e deng  bide kî.

Cewher tekez jî kir, ji bo pirsa biryardanê, xirîstîyan ji kesî destûrê nastînin û serbixwe ne û bo kesî jî nîne bibe devrastê xirîstîyanan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin