PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, di serdana xwe Tirkiyê de, li Stenbolê serdana Patrîkxaneya Rûm Ortodoks kir.
Beriya serdanê jî Pompeo ragihandibû ku ew ê di serdana patrîkxaneyê de, mijarê olî gotûbêj bikin û biryardariya Amerîkayê ya derbarê azadiya olan û mafên mirovan de tekez bikin.
Li aliyê din dema serdana Pompeo komeke nijadperest hatina Pompeo bo Patrîkaxaneyê protesto kirin.
Herwiha wezareta derve ya Tirkiyê jî destpêkirina serdana Pompe li Patrîkxaneyê rexne kiribû û diyar kiribû ku li Tirkiyê azadiya ol û baweriyan di bin misogeriyê de ne.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha bi çend mehan Tirkiyê kilîseya Ayasofya ya qedîm ji muzexaneyê vegurandibû mizgeftê û Serkomorê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nimêjên înê li wir kiribûn. Ev yek demek e bûye sedema bertekên tund ji aliyê welatên Rojavayî û Amerîkayê ve ku wekî binpêkirina azadiya cih û warên ol û baweriyên cuda tê nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin