PeyamaKurd - Mesrûr Barzanî û Brett McGurk danûstandinên berdewam ên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û rola Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Ofîsa ragehandinê ya Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê belav kir ku, îro êvarî 18.9.2018 Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk û şanda li gel civiya.
Li gor daxuyaniyê di hevdîtinê de Balyozê Amerîkayê li Iraqê Doglas Siliman û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steven Fagen jî amade bûn, tê de danûstandinên pêkanîna Hikûmeta nû ya niştimanî ya Iraqa fedral û rola Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Herwiha amaje bi wê yekê kir ku, Mesrûr Barzanî careke din dûpatî li ser pêwendiyên bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de kir û alîkariya wan a leşkerî û ewlehî bilind nirxand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin