PeyamaKurd –Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz bal kişand ser girîngiya pêwendiya kesên ku bi plana derbeyê li wî welatî tên tawanbarkirin bi Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ya rastgira tundrê.
Scholz di civîna çapemeniyê ya li Berlînê de got, “Eşkere ye ku li vir tiştek diqewime. Tişta ku divê li vir bê gotin ew e ku di nav bersûcan de endamê berê yê AfD yê Bundestagê yê Almanyayê jî heye. Bê guman, ev bûyerek pir balkêş û pir xerab e."
Şêwirmenda Almanyayê li ser kar û xebata dewleta Almanya û demokrasiyê got: “Encama din a herî girîng jî ew e ku her kes dizane ku em xwedî dewletek parastinê ne, demokrasiyek me ya parastinê heye ku dikare pêşî li binpêkirinên qanûnî û planên wiha bi rayedarên ewlehiyê bigire û bi hemû hêza xwe red bike.”
Her wiha Hevserokê Partiya Sosyal Demokrat Lars Klingbeil têkildarî mijarê daxuyaniyek da çapemeniya Elman û xwest partiya rastgir a tundrê AfD bê cezakirin.
Klingbeil AfD wekî partiyek eşkere dijî destûra bingehîn nirxand û got: "AfD divê di lîsteya çavdêriyê ya Ofîsa Parastina Destûra Bingehîn de be, ne li meclîs, dadgeh û karûbarên giştî."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin