PeyamaKurd - Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hejmarek babet û pirsgirêkên ligel Bexdayê gotûbêj bike gihîşt Bexdayê.
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li demeke ku kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê tê amadekirin û pirsgirêkên aborî piştî krîza vîrusa korona derketine serdana Bexdayê dike.
Biryar e di hevdîtinên şanda hikûmeta Kurdistanê yên bi berpirsên bilind ên Iraqê re de, berketinên aborî yên vîrusa korona, daketina nirxê petrolê û herwiha guftûgokirina pirsgirêkên hilawistî yên Bexda-Hewlêrê, bi taybet pirsgirêkên darayî û pirsên girêdayî vîzayê werin gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin