Xelkê Minbicê li dijî Tirkiyê rabû ser piyan

Xelkê Minbicê li dijî Tirkiyê rabû ser piyan

PeyamaKurd - Xelkê bajarê Minbic gefên Tirkiyê li ser deverê protesto kirin û daxwaz kirin ku hêzên Tirkiyê ji tevahiya Sûriyê vekişin.

Peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdîstanê Viyan Fetah ragihand ser daxwaza Encumena Sivîl a Minbicê li dijî Tirkiyê xwepêşandan hat kirin û hejmareke zêde ya xelkê beşdar bûn.

Di xwepêşandaneke girseyî de, ku li navenda bajarê Minbic birêve çû, xelkê Minbic nerazîbûna xwe li hember tevgera leşkerî ya Tirkiyê li ser hêla Sacûr a di navbera Cerablus û Minbic de nîşan dan, û daxwaz kirin ku tevahiya pêkhateyên deverê bi yekdengî li hember wan gefên Tirkiyê derkevin.

Di xwepêşandanê de daxwaz hate kirin, ku hêzên Tirkiyê ji Efrînê û tevahiya wan cihên din ji nav Sûriyê vekişin, da ku xelkê deverê bi xwe devera xwe birêve bibin.

Fermanderekî Encumena Leşkerî ya Minbicê Heval Mihemed Ebûbekir jî diyar kir ku van rojên dawiyê li hêzên Tirkiyê li ser xeta bakurû çemê Sacûrê dest bi tevgeran kirine û got: “Mafê me heye ku em rê nedin leşkerên Tirkiyê derbasî nav Minbicê bibe. Herwiha eger ew ber bi başûrê Sacûrê ve werin mafê me yê berevaniyê heye.

Herêma Minbic ji aliyê Encûmena Leşkerî ve tê parastin, û Encûmena Sivîl jî karûbarên herêmê birêve dibe, û çend pêgehên Hevpeymaniya Navdewletî jî li Minbic û derdora wê hene, û ew bi xwe jî piştevaniya Encûmena Leşkerî ya Minbic dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin