Adil Abdulmehdî: “Kerkûk ne di nava sînorê RHK ê de ye”

Adil Abdulmehdî: “Kerkûk ne di nava sînorê RHK ê de ye”

PeyamaKurd- Do li bajarê Kerkûkê YNK ê li baregeh û dezgeyan ala Kurdistanê, ala Iraqê û ya YNK ê daleqandibû. Serokwezîrê Iraqê nerazîbûna xwe aşkera kir û got ku Kerkûk di nava bajar û navçeyên ku li ser wan arîşe hene de ye. Abdulmehdî di babeta ala Kurdistanê de peyameka nivîskî belav kir û weha got:

“Kerkûk di derveyê sînorê fermî yê Rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ye û di nava heremên ku niqaş li serê hene de ye.”

Serokwezîrê Iraqê got ku heya van herêmên ku niqaş li ser wan hene, li gor qanûna makezagonê çareser bibe, divê kes ji ber xwe de tevnegere.”

YNK yî jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyaman belav dikin û dibêjin raste Kerkûk di nava herêmên ku arîşe li ser wan hene de ye lê mafê wan heye ku ala Kurdistanê lê bilind bikin.

Hat ragihandin ku piştî ala Kurdistanê hat daleqandin, hêzên asayîşê alên Kurdistanê ji kolan û caddeyan rakirine lê dest nedane alên Kurdistanê yên ku li partiyan an baregehan hatine daleqandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin