NYyê derbarê xwepêsanderên Iraqê de daxuyaniyek da

NYyê derbarê xwepêsanderên Iraqê de daxuyaniyek da

PeyamaKurd -  Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres ji bo alozî û tundûtîjiyên di xwepêşandanên Iraqê de nîgeraniya xwe nîşan da û daxwaz ji berpirsên Iraqê kir, aram bin û teqe li xwepêşanderan neyê kirin.

Xwepêşandanên li dijî hikûmetê û gendelî û bêkariyê li Iraqê berdewam in û derbarê hejmara kuştî û birîndaran de jî amarên cuda têne belavkirin.

Guterres ji ber teqekirina li xwepêşanderên Iraqê dilgiraniya xwe anî zimên

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres daxuyaniyek derbarê xwepêşandanên li Iraqê de belav kiriye û têde ragihandiye, Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres gelek ji teqekirina li xwepêşanderên Iraqî dilgiran e, ku bûye sedema bilindbûna hejmara kuştiyan.

'Çareserî aramî û diyalog e'

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji hemû aliyên Iraqî dike, di asta herî bilind de aram bin û rêya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bikar bînin.

Li gor daxuyaniya Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê, li parêzgeha Zîqar, li Bexdayê, Necef û Musenayê 2 jê hêzên ewlekariyê bi giştî 31 kes hatin kuştin û 1054 kes jî birîndar bûn.

Daxuyaniya Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê ya derbarê xwepêşandanên Iraqê de di demekê de ye, ku li gor amarên nefermî ji destpêka xwepêşandanan ve heta niha 350 xwepêşander hatine kuştin û zêdetir ji 15 heza kes jî bûne qurbanî

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin