PeyamaKurd - Xwepêşanderên bajarê Necef a Iraqê baregeha ketîbeyên Hizbulaha Iraqê şewitand û deriyê sereke yê balafirgeha Necefê jî girtin.
Hat ragihandin di xwepêşandanên berdewam ên Iraqê de ku li bajarê Necefê jî didomin, xwepêşanderan baregeha ketîbeyên Hizbulahê bi temamî şewitand.
Herwiha bi sedan xwepêşanderên din ên Necefê jî deriyê sereke yê balafirgeha bajêr girt û agir li ser rê vêxistin. Beşeke din ji xwepêşanderan jî fermangehên hikûmî daxistin, ta rêgiriyê li dewama fermanberan bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin