PeyamaKurd – Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, bi sedema ku temasa wê bi bijîşkê wê yê vîrusa korona pê ketiye re bûye, xwes qerentîneyê.
Merkelê piştî ku di bijîşkê ku pişkinîna wê kiriye de, Covid-19 derket, xwe xist qerentîneyê ku heta 14 rojan wê di qerentîneyê de bimîne.
Li Almanyayê li gorî amarên dawî hejmara tûşbûyên vîrusa korona gihîşt 23 hezar û 921 kesan. Heta niha 92 kesan li Almanya ji wê nexweşînê can daye.
Li gorî biryara nû, li Almanayê li derve civandina ji du kesan zêdetir hat qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin