PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li hunermendê navdar ê bajarê Hewlêrê Mihemed Ehmed Erbîlî kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî hunermend Mihemed Ehmed Erbîlî kirin ku bi dirêjahiya temenê xwe xizmeta hunerê kiriye û cihê destên wî li geşbûna çand û hunera bajarê Hewlêr û Kurdistanê diyar e û niştimanperwerane bi rêya hunera xwe xizmeta welatê xwe kiriye.
Serok Barzanî herwiha rewşa tenduristî û jiyana Erbîlî pirs kir û hêviya saxî û temendirêjiyê jê re xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin