PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navçeya Palandokenê, li hemberê nexweşxana Mereşal Fewzî Çakmakê, siet li dora 18.00 an agir bi mînîbusê ket û bi temamî şewitî. Tişta baş ew bû ku kes nemir an birîndar nebû. Her çendîn ajotvan xwest bi tupa xwe ya agirvemirandinê agir vemirîne jî têr nekir û ji îtfaiyê alîkarî xwest.
Îtfaiye karibû agir vemirîne. Sedema agir derketina di mînîbusê de bi îhtîmaleka mezin dê ji elektrîka mînîbusê be ku nû ji tamîrê derketibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin