PeyamaKurd – Rojnameya The New York Times a Amerîkî li ser pateya nexweşîna coronavîrusê ku li Wuhan a Çînê belav bûye îdia kir ku Çînê miriyên xwe ji dinyayê veşartine û agahiyên nerast belav kirine.
Li gorî ronjnameyê, li Wuhanê navendê şewitandina termên mirovan bi berdewamî dixebitin û îdia kir ku bêhtirî 40 hezar kes ji Çînê ji Covid-19 mirine.
Di raporta Amy Qin û Cao Li ya The New York Timesê de hat gotin ku Çîn bi dizî gelek term veşartine û zext li xelkê kirine ku bi awayekî vedizî cenazeyên xwe veşerîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye gelek welatên cîhanê di serî de Japonya û Amerîka Çînê bi belavnekirina agahiyên rastîn ên derbarê coronavîrusê de tawanbar dikin.
Tevî ku belavbûna vîrusê dawiya meha Kanûna2019an li Çînê dest pê kiriye amarên fermî yên tûşbûyan û miriyan li gorî welatên wekî; Îtalya, Îspanya û Amerîkayê gelekî kêm in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin