PeyamaKurd – Beriya ku Parlamentoya Ewropayê 15-16ê Cotmehê li Brukselê bicive û dosyeya Tirkiyê ya binpêkirinên Rojhilatê Derya Spî gotûbêj bike, Tirkiyê car din karta penaberan derxist pêşiya Yekîtiya Ewropayê ku ev çend sal in pere ji bo vê yekê ji wan distîne.
Serokomariya Tirkiyê ragihandiye ku di pêwendiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê Parlamentoya Ewropayê Charles Michel a şeva borî de, têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) û rewşa li rojhilatê Deryaya Spî hatiye gotûbêjkirin.
Li gorî zanyariyan di wê hevdîtinê de Erdogan car din karta penabaran derxistiye pêşberî YEyê ku wekî fişar bikar tîne û dixwaze rê li ber cezayên Yekîtiya Ewropa yên li ser aloziyên Rojhilatê Derya Spî, Libya, Sûriye û Qerebaxê bigire.
Tirkiyê çend meh berê jî dema beşdarbûna nav şerê Libyayê û girêdana peymanekê bi hikûmeta Wîfaq a îxwanî re, gefa penaberan li Ewropayê xwaribû û sînorên Yûnanistanê ji penaberan re vekiribû.
Di serî de welatên Fransa, Almanya û bi taybet jî Amerîka hişyariyan didin Tirkiyê ku dev ji siyaseta şantajê berde û dawî li provokasyonên xwe bîne.
Herî dawî doh Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ragihand ku ew ji veguhestina çekdarên komên terorîst ji rojhilatê Deryaya Spî ber ber bi Qerebaxê ve nîgeran in.
Civîna Yekîtiya Ewropayê ya dawî rojên 1-2ê Cotmehê hatibû lidarxistin û bo Tirkiyê dem hatibû dayîn ku rewşa bişopînin û nêzîkatiya Tirkiyê bibînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin