Kamyoneta ku koçber tê de bû wergeriya: 2 birîndar

Kamyoneta ku koçber tê de bû wergeriya: 2 birîndar

PeyamaKurd – Kamyoneta ku koçberan hildigirt li bajarê Wanê li navçeya Ercîşê wergeriya û di encamê de 2 koçber birîndar bûn. Qeza bi sedema ku leza ajotvan zêde bû çebû. Di kamyonetê de 16 koçber hebûn.

Li ser qezayê 112 tîmên lezgîn gihan ciyê qezayê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana bi navê Ridvan Çelik ya dewletê. Tîmên cendirmeyan ajotvanê ku saxlem filitîbû xistin binçav û lêpirsîn dan destpêkirin. Koçberan jî birin  fermandariya cendirmeyan ya Ercîşê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin