Hêzên çekdar êrîs birin ser gundeki Etiyopyayê

Hêzên çekdar êrîs birin ser gundeki Etiyopyayê

PeyamaKurd – Li rojavayê welatê Etiyopyayê li eyaleta Benişangul Gumuz ê grûbekî çekdar êrîşê ser gund kir û bi dehan kesan kuşt. Li gor ajansa Amharayê (AMMA) bi yek rojekî berya serokwezîr Abîy Ahmed here eyaletê, grûba çekdar êrîşê devera Metekelê kiriye.

Li gor nûçeyên cîh, nasnameya êrîşkeran hêj diyar nîne û dema avêtin ser gund hema gun gulebaran kirine û agir bera xaniyan dane. Li gor hinek çavkaniyên deverê jimara miriyan di ser 90 kesan re ye.

Baraja ku di navbera dewletên der û dora çemê Nîlê bûye arîşe ya bi navê Bendava Hedasî jî li heman herêmê ye û êrîş bêhtir etnîsîteya Amharayê kiriye hedefa xwe.

Fikra hukumetê bêhtir li ser TPLY (Eniya Rizgariya Gel ya Tîgrayê) ê ye ku dibe êrîş ji aliyê vê rêxistinê de hatibe kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin