Wezîrê Karên Derve yê Qibrisê û Dendias li ser alozîya bi Tirkîyê re civiyan

Wezîrê Karên Derve yê Qibrisê û Dendias li ser alozîya bi Tirkîyê re civiyan

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Qibrisê Ioannis Kasoulides û yê Yunanî Nikos Dendias do li ser alozîya bi Tirkîyê ya ser mafên serwerîya çavkaniyên li qadên Derya Spî civiyan

Kasoulides û Dendias piştî civînê di preskonferansekê diyar kirin, wan hin tedbîr û gavên girîng gotûbêj kirine, bi hêvîya ku rê li ber alozîyan li herêmê bigirin.

Kasoulides eşkere kir, Qibris û Yunanistan plan dikin ku bi endamên din yên Yekîtîya Ewropa (YE) re bişêwirin, ger Tirkîye dîsa hewl bide ku petrol û gaza di nav avên Qibrisê de derxîn.

Kasoulides eşkere kir, Lefkoşe wê bi hevkarên xwe yên YE re, biryara herî çêtir bide ku çawa bersîvdana Tirjîyê bide û got: “Karbidestên Qibrisî bawer dikin ku pirtir ji şeş heremên potansîyel hene, keştiya sondajê ya Tirkiyê dibe ku li wan hereman dest bi xebatê bike û dibe ku ew hemî ne li hindûrê herema di bin serweriya Qibrisê de bin.”

Hat zanîn ku Kasoulides û Dendias mijarên wek helwesta dijî dagirkirina Tirkîyê ya Qibrisê û dagirkirina Rûsya ya Ukraynayê jî gotûbêj kirine.

Wezîrê Yunanî Dendias destnîşan kir, beriya 48 salan civaka navnetewî bi awayê pêdivî bersîvdana dagirkirina Qibrisê neda û da zanîn: “Divê em gîş bînin bîra xwe ku dagirkirina Ukrayna ne bûyera yekê ya dagirkirina li Ewropa ye.”

Wezîrê Qibrisî Kasoulides ji rojnamevanan re eşkere kir, ew li bendê bûn ku Tirkiyê gaveke wiha bavêje.

Herwiha Kasoulides daxuyaniya Enqerê wek gaveke neyênî û provokatîf bi nav kir û got, ew dengê xwe di astekeke kêm de dihêlin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin