PeyamaKurd – Şêwirmendê Hikûmeta Sûriyê Abdulkadir Ezuz ji televizyona Al Khed a Erebî re ragihand, hikûmeta Sûriyê amade ye bi hêzên bakurê Sûriyê (Kurd) re danûstandinê bike û got, “Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) erda Sûriyê ye.”
Ezuz herwiha diyar kir ku dê artêşa Sûriyê li dijî her êrîş û hewlên dagirkeriyê berevaniya erda xwe bike û li ser pirsa Kurd û got, “Kêşeyeke bi navê pirsa Kurd li Sûriyê nîne.”
Ezuz pesnê şerê hêzên Kurdî li dijî DAIŞê da û da zanîn, “Ew hemwelatiyên welatperwer in.”
Herwiha Ezuz diyar kir ku dê hikûmeta Sûriyê rêveberiya bakurê Sûriyê (Rojava) dewrî xwe bike û her cure xizmetê bo wê deverê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin