Li Hewlêrê Plana C ya rûbribûna vîrusa korona dest pê kir

Li Hewlêrê Plana C ya rûbribûna vîrusa korona dest pê kir

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêkarên tund ên ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronaya nû Covid-19 hewlên xwe berdewam dike.

Qedexeya derketina derve û çûnûhatinê heta 10 Nîsanê berdewam dike û heta asteke baş rê li ber belavbûna vîrusê hat girtin ku di cîhanê de jî bi baldarî plana rûbirûbûna Covid-19 a Herêma Kurdistanê tê şopandin.

Herî dawî îro 5ê Nîsanê Navenda Hevahengîya Tengavîyan a li Hewlêrê ragihand ku ew di rûbirûna vîrusê de dest bi Plana C dikin.

Hat ragihandin ku ji ber pabend nebûna hemwelatîyan bi rêkaran, îro Plana “C” hatiye cîbicîkirin ku nexweşxaneya Rizgarî ji bo tûşbûyên Covid-19 hat amadekirin.

Navenda Hevahengîya Tengavîyan a li Hewlêrê daxwaz ji hemwelatîyan kir, pabendî rênimayên vîrusa korona bibin.

Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî îro li ser amarên dawî yên tûşbûyên Covid-19 daxuyanî da û ragihand, heta niha li Herêma Kurdistanê 233 kes bi vîrûsa koronayê ketine û 3 welatiyan jî jiyana xwe ji dest daye.

Berzencî diyar kir ku rewşa welatiyekî jî nebaşe, lê 85 kes jî baş bûne û got, ji vê hejmarê 62 kes li Silêmanî, 17 kes li Hewlêr û 6 kes jî li Duhokê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin