PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirkiyê û komên çekdarên piştevaniya wan dike, li xetên pêşberî bajarê Hesekê yên bajaroka Serêkaniyê ku hatiye dagirkirin, rahênanên leşkerî kirin.
Li gorî SOHRê, artêşa Tirkiye û komên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên piştevaniya wan dike, li herêmên navborî bi çekên sivik û giran tetbîqata leşkerî li dar xistin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku HTŞ jî hîn li herêma Efrînê ye û li gundewarên Efrînê jî piştî pevçûnên dijwar ên komên çekdar bi HTŞê re aramiyeke bi guman heye.
SOHRê herwiha daye zanîn ku vê sibehê jî artêşa Tirkiyê hezeke teqwîye şandiye herêmê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin