Hewlêr | Cara yekem ji bo qezaya Enkawa qeymeqamek hat hilbijartin

Hewlêr | Cara yekem ji bo qezaya Enkawa qeymeqamek hat hilbijartin

PeyamaKurd - Encûmena Parêzgeha Hewlêrê di civîna xwe ya îro 12ê Gulana 2022yan de, piştî ku bi biryara Serokwezîr Mesûr Barzanî bûbû qeza ji bo qezaya Enkawa ya Hewlêrê qeymeqamek hilbijart.

Di daxuyaniya Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de hatiye gotin, di civîna îro de namzedê Parêzgeha Hewlêrê Ramî Nurî Edîş bi piraniya dengan weke Qaymeqamê Enkawa hat diyarkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, beriya niha biryar dabû ku Enkawa bibe qeza û Encûmena Parêzgeha Hewlêrê erkdar kiribû rêkarên yasayî li ser vê biryarê bicih bînin.

Ji bo wergirtina xizmetên îdarî Enkawaya ku wek cihê pêkvejiyana mesîhiyên Kurdistanê tê naskirin, bi fermî bûbû qeza û niha jî cara yekem qeymeqamek jê re hat hilbijartin ku bi fermî dest bi kar dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin