PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di pevçûna ku li navçeya Licê ya Diyarbekirê di operasyona "Bozdogan-40" de derket de PKKyîyekî jiyana xwe ji dest da û çawişê yekem ê cendirmeyê jî birîndar bû.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser platforma medyaya civakî daxuyanî da
Li gor daxuyaniya Yerlikaya di pevçûnê de Mehmet Yildirimê bi kodnavê "Sofî" jiyana xwe ji dest da û çawişê yekem ê cendirmeyê jî birîndar bû.
Hat ragihandin ku ji ber şer û pevçûnên dijwar dengê gelek helîkopteran û dengê çekan hatiye û gund ji bo demekê hatiye dorpêçkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin