PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan îro li ser biryara YSKê çû Lijneya Hilbijartinê ya Parêzgehê û belgenameya hilbijartinê wergirt.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Abdullah Zeydan û Hevseroka Giştî Neslîhan Şedal çûn Lijneya Hilbijartinê ya Wanê û bawernameyên xwe wergirtin.
Di hilbijartinên Wanê de çi qewimîbû?
Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê DEMê Abdullah Zeydan ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de li Wanê bi ji sedî 55ê dengan bû yekemîn, Lijneya Hilbijartinê ya Parêzgehê bi hinceta biryara 'betalkirina mafên sivîl' a ku 2 roj beriya hilbijartinê hatiye dayîn, biryar da ku belgenameya hilbijartinê bide namzetê AK Partiyê Abdulahat Arvas ê ku di hilbijartinê de bû duyemîn.
Piştî bertek û nerazîbûnên Partiya DEMê, Desteya Bilind a Hilbijartinê bi piraniya dengan biryar da ku belgenameya hilbijartinê bide Zeydan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin