PeyamaKurd – Siyasetmedarên Kurd Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Ayşe Yagci û Meryem Adîbelî ji Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hatin berdan.
Biryara Doza Kobaniyê de ku 18 jê girtî 108 kes ku di nav wan de Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endam û rêveberên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) jî hene, li 22. Dadgeha Cezayê Giran a Sîncanê hatin darizandin, doh hat ragihandin.
Di biryarê de Selahattîn Demîrtaş jî di nav de gelek siyasetmedar hatin cezakirin. Li aliyê din ji bo Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Ayşe Yağci û Meryem Adîbelî biryara berdanê hat dayîn.
Tuncel û Akat Ata doh êvarê ji Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hatin berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin