Almanya li karkerên kalifiye (pispor) digere

Almanya li karkerên kalifiye (pispor) digere

PeyamaKurd – Almanya bi nûfûsa xwe ya 83.2 milyonî di nav dewletên Awrûpa de herî qelebalixe. Lê ji ber nûfûsa Almanya her diçe pîr dibe û zêdebûna nûfûsa gênc gelek kême, pêdiviya Almanya bi karkerên ji derveyê welat heye. Niha Almanya dixwaze di mijarê de qanûneka nûh derxe. Almanya niha dixwaze bi qanûna bi navê ‘Qanûna di derbarê sitendina karkerên kalîfiye’ derxe û pirsgirêka xwe çareser bike.

Qanûn, wê di 29 ê adara 2023an de di encumena wezîran de gotûbêj bikin. Li ser reşbeleka qanûn, wezîra karên navxwe ya Almanya Nancy Feaser got:

“Em di encamê de ji bo qanûna koçê ya nûjen derfetê dinirxînin. Xebatkarên ku pêdiviya aboriya me pê heye, em ê wan xebatkarên pispor bînin welatê xwe. Wê pispor an xebatkarên kalifiye bilez werin Almanya û em ê bikin ku di bazara kar de ji xwe re kar peyda bikin.

Qanûna bi qalîte ya koçberan, tenê kesên pispor qebûl dike lê wan ji dil û can qebûl dike û wê nîşan bide bê em çawa welatekî koçberane.”

Bi, derxistina qanûn re wê di mijara wekaheviya dîplomayan, perwerde, temen û hin mijarên din de dê rêzikname bê amade kirin.

Eger kesekî xwediyê meslekekî be, ew kesên ku wî meslekî de dixebitin û di seha xwe de ji Almanya teklîf jê re here û têkilî bi ciyê kar re deyne, wê karibe vîze bistîne û here Almanya. Eger kesekî di seha karê xwe de bixwaze perwerda mesleka xwe bike an mesleka xwe pêş bixe, eger ji xwe re ciyê perwerda meslekî an ciyê qalfatiyê bibîne, wê karibe here Almanya.

Kesên pispor yên bixwazin herin Almanya, wê karibin bi dîloma, belga hostatiyê, qeydiya oda meslekî îspata wê bike û dê herî kêm 2 salan tecruba wî ya kar hebe. Li Almanya wê hevdengiya dîplomayê rabe. Dîploma Tirkiyê wê têr bike. Eger ji bilî perwerdê, ji xwe re ciyê xebatê dîbe û mehaneyê garantî kiribe, têr dike.

Zanîna zimanên Almanî û Îngîlîzî wê pûanê wan zêdetir bike û karibin bikevin rêza pêş. Tecruba kar, temen, potansiyela kar dê bên pîvan. Wê di hefteyekî de li ciyê kar herî kêm 20 siet bên ceribandin. Ceribandin wê ji bo 2 hefteyan be. Xebata ceribandinê bi taybetî ji bo meslekên ku daxwazên wan zêde ne.

Îzna xebatê wê ji bo 8 mehan bidin. Wê endamên sendîkayê bin, mafê peymana kar hebe û ji roja ewilî de prîma ewlehiya civakî bê dayîn.

Kesên temenên wan di ser 45 an de be, wê li mafê wan yê xaneşîniya welatên wan binÊrin û eger prîma xwe dabin, wê ev ji bo wan bibe pûanê zêde. Temenê zêde her çendîn ji karkeran re fêde nade jî lê ger di seha xwe de pispor bin, wê temen nebe asteng.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin