Ukrayna: Rusyayê êrîs kir, bi dehan mirî hene

Ukrayna: Rusyayê êrîs kir, bi dehan mirî hene

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve hat ragihandin ku Rusyayê êrîşî herêma Dnipropetrovskê kiriye û di encama vê êrîşê de jî bi dehan mirî û birîndar çêbûne.

Li ser êrîşa Rusyayê ya ku îro pêk hatiye; Parêzgarê Dnipropetrovskê, Valentyn Reznichenko, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya hat parvekirin de hat eşkerekirin ku hêzên Rus, êrîşî çend herêmên cuda yên bajêr kiriye.

Reznichenko, hûrgiliyên êrîşê wiha ragihandin:

“Li bajarê Nikopolê, ji aliyê hêzên Rus ve 13 kes hatin kuştin, 11 kes birîndar bûn. Dijmin, 2 car herêmê bi roketavêjên Grad MLRS da ber êrîşan. Dijmin, êrîşeke bi zanebûn û xayînane pêk hanî. Marhanets û Myrove di bin êrîşan de ne. Li Marhankayê jî 10 kes hatin kuştin, 11 kes birîndar in.”

“Gelek avahî hatine rûxandin”

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di vê êrşê de ji 20an zêdetir avahî, navendeke xizmetguzariyê, navendeke çandê, avahiyeke xwendekaran, 2 dibistan, avahiya meclisa şaredariyê û gelek avahiyên din hatine rûxandin.

6 roj beriya niha jî hêzên Rus, li herêma Donetskê ya Ukraynayê dabû û di wê êrîşê de jî 8 kes hatibûn kuştin, 3 jê zarok 4 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin