PeyamaKurd – Îsraîl û Yunanîstanê, li ser pasaporta derziya Korona ya kesk li hev kirin. Ew pasaport, wê rê li ber geştiyariya di navbera her du welatan de xweş bike.
Li Qudsê, nûnerên her du welatan ew peyman îmze kirin û piştî nemana sînordarkirina geştên asmanî, wê hemwelatiyên her du welatan yên derzîkirî bikaribin geştiyariyê bikin. Balafirgeha Navdewletî ya Ben Gurion li Îsraîlê niha ji ber karantînayê girtî ye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, bi Serokwezîrê Yûnanîstanê Kiryakos Mitsotakis re civiya û piştî civînê di konferansa rojnamevanî de dan zanîn, wan li hev kirine geştên di navbera her du welatan, bi pasaporta derziyê vekin.
Serokwezîrê Yunanîstanê diyar kir, ew dixwazin di nava demeke kurt de, geştiyarên Îsraîlî li welatê xwe pêşwazî bikin. Ev geşt wê bi rêya pasaporta kesk ya derziyê werin kirin.
Li Îsraîlê, heta niha ji her 100 kesî 64.26 kes hatine derzîkirin.
YE jî gotûbêjê li ser serbestkirina geştan ji bo kesên derzîkirinê dike. 27 welatên endam, li ser pasaporteke derziyê ya hevbeş kar dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin