IMF: Ji bo têkosîna dijî vîrûsa korona 1 trîlyon dolar amade ye

IMF: Ji bo têkosîna dijî vîrûsa korona 1 trîlyon dolar amade ye

PeyamaKurd – Seroka Fona Navdewletî ya Diravan (IMF) Kristalina Georgieva, ragihand ku ji bo bandora belavîya vîrûsa koronayê li ser aborîya gerdunî kêm bikin, 1 trîlyon dolarên wan amade ku bi welatên daxwaz bikin bidin bikaranîn.

Seroka Kristalina Georgieva, di gotara xwe ya li ser malepra IMFê de got, “Wekî IMF em 1 trîlyon dolaran ji bo bikaranîna endamên xwe amade dihêlin.”

Georgieveyê herwiha da zanîn ku 50 milyar dolaran jî ji bo rewşa lezgîn amade ne bidin û got, “Ji bo endamên dahata wan kêm jî 10 milyar dolaran dikarin bê faîz bidin bikaranîn.”

Seroka IMFê herwiha ragihand ku wan heta niha ji 20 welatan daxwaza bikaranîna krediyê wergirtiye û hevdîtinên wan didomin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin