PeyamaKurd – Piştî krîza siyasî ya ev demek bû berdewam dikir, Parlamentoya Pakistanê, hikûmeta Serokwezîr Îmran Xan di dengdanê de hilweşand û Îmran Xan jî ji kar hat dûr xistin.
Hat ragihandin ku di dengdana 10ê Nîsanê hatiye kirin de, li Parlamentoya Pakistanê hikûmeta serokwezîr Îmran Xan hat hilweşandin û Îmran Xan jî ji aliyê daraza Pakistanê ve ji kar hate dûrxistin.
Li gorî nirxandinên têne kirin, Îmran Xan ji ber nêzîkbûna xwe ya Çîn û Rûsyayê rastî bertekan hatiye û ji ber wê jî hikûmeta wî ji aliyê opozîsyona wî welatî ve bi rêya dengdana parlamentoyê hatiye hilweşandin.
Piştî xistina hikûmeta Pakistanê û çûyîna Îmran Xan li Pakistanê ji aliyê alîgirên opozîsyonê ve şahî têne lidarxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin