PeyamaKurd – Li nahiyeya Mabata ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 3 welatiyên Kurd ji aliyê çekdarên koma bi navê “Polîsên Leşkerî” hatin girtin.
Li gor Berdevkê Rêxistina Mafên Mirova ya Efrîn-Sûriye Ibrahîm Şêxo daye zanîn, roja Yekşemê 15ê vê meha Gulanê, çekdarên koma bi navê Polîsên Leşkerî, 3 welatiyên Kurd li nahiyeya Mabata girtin.
Herwiha Ibrahîm Şêxo destnîşan kir, girtina wan hersê welatiyên Kurd, ji gundê Dar Girê, bi tohmeta ku berê ligel Rêveberiya Xweser kar dikirin e.
Navên welatiyên hatine girtin ev in: Ehmed Mihemed Mistefa (50 salî), Ebdo Nekir Elî (55 salî), Sebrî Mistefa Şaşo (60 salî).
Heman zanyarî eşkere dikin, heta niha ew hersê welatî girtî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin