PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di pêwendiya telefonî ya ligel Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû de, jê re gotiye, beriya bersiva êrîşa Îranê bidî baş li ser bifikire.
Li gorî rayedarekî pilebilind ê amerîkî ku derbarê pêwendiya telefonî ya Biden û Netanyahû de, agahî dane rojnamevanan, Biden ji Netanyahî daxwaz kiriye ji bo rageşî zêde nebe, qenc li ser bifikere û bi awayê stratejîk li ser bersivdana êrîşa Îranê bifikire.
Rayedarê Amerîkî daye zanîn ku Amerîka nafikire ku rageşiya navbera Îran û Îsraîlê de bê zêdekirin û li ser îhtimala piştevaniya Îsraîlê di êrîşa tolhindanê de jî gotiye, “Planeke wiha ya Amerîkayê tune ye”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin