PeyamaKurd – Wezareta Darayî ya Almanyayê di derbarê hawirdekirina enerjiya Rûsyayê de da zanîn, hikûmetê 3 milyar û 200 milyon Euro dabîn kiriye, da ku bi rêya planeke bilez hawirdekirina enerjiyê ji Rûsyayê bi awayekî berçav kêm bike.
Wezîrê Darayî yê Almanyayê Christian Lindner li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir: “Divê xwegirêdana ji bo hawirdekirina enerjiya Rûsyayê bi lez bi awayekî berdewam were kêmkirin.”
Herwiha Wezareta Darayî ya Almanyayê diyar kiriye, ligel hevbeşên xwe yên bazirganî, li ser dabînkirina 2 milyar û 94 milyon Euro li hev kirine, weke kirêya veguhestina gaza sirûştî bi rêya keştiya mezin a hilgira enerjiyê bi rêya deryayê ve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin