PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya nivîskî ya hikûmeta Fînlandiyayê, Serokomar Sauli Niinisto, li ser pêşniyaza hikûmetê biryar daye ku pakêta 18emîn a alîkariya leşkerî bişîne Ukraynayê.
Li gorî biryara ku Serokomarê Fînlandiyayê Sauli Niinisto li ser pêşniyara hikûmetê daye, ev pakêta alîkariyê dê bibe pakêta 18emîn a alavên parastinê yên ku Fînlandiyayê ji Ukraynayê re şandine.
Hat diyarkirin ku lêçûna pakêta alîkariyê, bi qasî 94 milyon euro hatiye texmînkirin û nirxê alavên berevaniyê yên ku heta niha Fînlandiyayê ji Ukraynayê re şandine; wekî 1,3 milyar euro hatiye tomarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin