PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Pêncşemê li ber avahiya emnîyeta bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, bi gumana êrîşa xwekujî kesek hat kuştin.
Li gorî zanyariyên medya Tirk, kesekî xwe nêzî deriyê avahiya navenda asayîşa Dîlokê kiriye û wî kesî êlekê li ser xwe û kumandaya destê xwe nîşanî polîsan daye.
Herwiha hatiye diyarkirin ku wî kesî gotiye ew dê xwe biteqîne û li ser vê jî bi gumana êrîşa xwekujî polîsan gule berdana wî û ew kuştine.
Hat zanîn ku piştî bûyerê Bulwara Prof. Dr. Muammer Aksoy a derdikeve navenda asayîşê wekî tedbîr ji trafîkê re hatiye girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin