Wezareta Tenduristiyê: Me ji ber Remezanê dema kar a fermangeh, karmend û bijîskan kêm kir

Wezareta Tenduristiyê: Me ji ber Remezanê dema kar a fermangeh, karmend û bijîskan kêm kir

PeyamaKurd Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê da zanîn, ji ber hatina meha Remezanê dema kar a fermangeh, karmend û bijîşkan kêm kiriye.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê eşkere kiriye, dema kar a dîwana wezaret û rêveberiyên giştî û rêveberiyan û her saziyekî din ên tenduristiyê ku rojên şemiyê kar nakin, di rojên din jî bi giştî nava hefteyê de saetekê wê ji dema wan a kar bê kêmkirin û ji niha û pê de di saet 14:00ê ango 2yê dema wan a kar temam dibe.

Herwiha hat destnîşankirin ku dema kar a nexwaşxane, navend, malbend û binkeyên tenduristî jî tê kêmkirin û cihê saet 14:00an de karê wan diqede, wê saet 13 ango 1ê de kar biqedîne.

Hat ragihandin, nexwaşxaneyên beşa lezgîn û beşên hewarçûna nexwaşxaneyan û cihên din ên tenduristiyê jî, wê bi rêya rêveber û berpirsên pêwendîdar ve bi lîste dema wan a kar bê rêkxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin