Mesrûr Barzanî li Îmaratê bi hakimê Res El Xeyme re civiya

Mesrûr Barzanî li Îmaratê bi hakimê Res El Xeyme re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku ji bo beşdariya Forûma Eneriyê bike li Îmaratê ye, doh 26ê Adarê li bajarê Res El Xeyme yê Îmaratê, bi Hakimê Res El Xeyme Şêx Siûd bin Seqer El Qasimî re hevdîtinek pêk anî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Min hest bi niyetpakiya serkirdeyên Res El Xeyme kir, ji bo destpêkeke nû ya bi gelê me re.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel şandeke bilind a hikûmeta Kurdistanê li Îmaratê ye û wê beşdarî Foruma Cîhanî ya Enerjiyê ku rojên 28-29ê Adarê li bajarê Dubey tê lidarxistin bibe.

Di forumê de wê behsa guhertinên herêmê û pêşvebirina veberhênana di warê enerjiyê de were kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin