Artêsa Iraqê sîlihên giran sand Sengalê

Artêsa Iraqê sîlihên giran sand Sengalê

PeyamaKurd – Piştî li Şengalê, di navbera PKK ê û artêşa Iraqê de şer derket, artêşa Iraqê sîlihên giran şand Şengalê. Ragihandin ji aliyê K24 ê de hat kirin û K24 jî binkeya nûçeya xwe biriye ser çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê.

Çavkaniya asayîşa Iraqê ragihandiye ku plana Iraqê heye dixwaze Şengalê kontrol bike û sînorê xwe bi Sûriyê re bigre.

Piştî li Şengalê di navbera artêşa Iraqê û PKK ê de şer çêbû, şêwirmendê artêşa Iraqê Qasim el-Araci, cîgirê fermandarê operasyonên hevbeş Abdulemir Reşid Yarallah, desthilatê îstîxbarata leşkerî ya Iraqê Abdulemir el-Şemmeri û fermandarê hêzên bejayiyê yê Iraqê Qasim Muhammed çûbûn Şengalê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin