48 kes bi gumana aboriya PKK ê sererast dikin sandin dadgehê

48 kes bi gumana aboriya PKK ê sererast dikin sandin dadgehê

PeyamaKurd – 48 kesên ku di nav wan de wekîlên şaredarên berê jî yên HDP ê hene, bi sedema ku ji PKK ê re beşa debarî an ku darayî ava kirine û alîkariya PKK ê dikin, di 12 ê nîsanê de hatibûn binçavkirin. Operasyon bi biryara serdozgeriya Ankara hat kirin.

Di çarçova oprerasyonê de ya ku goya beşa darayî ya PKK/KCK ê avakirine û xebatê dikin, ji 91 kesan 48 kes ji wan ji aliyê beşa TEM ê ya Ankara de hatin binçavkirin û îro stendina îfadên wan yên li TEM ê temam bû. Polîs piştî wan ji bo kontrolê bir doktor, wan bir edliyê ji bo dadgehê.

Niha doza wanî li dozgeriya Ankara dewam dike. Li gor ragihandina çapemeniyê; di nav binçavkiriyan de hene ku çûne Qandîlê û li wê derê perwerde bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin