PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021ê hîn serokomarê nû yê Iraqê nehatiye hilbijartin û danûstandinên fermî yên bo avakirina hikûmeta nû jî dest pê nekirine.
Serok Barzanî beriya niha destpêşxeriyek kiribû ku PDK, Tevgera Sedir û Hevpeymana Siyade ya şîeyên Ereb ji bo çareserkirina pirsgirêkan û hewldana avakirina hikûmetê li hev civiyabûn.
Parlementerekî Hevpeymaniya Siyade li parlementoya Iraqê Ehmed Mezher Cibûrî ji BasNewsê re gotiye, ew ê bi PDK û Tevgera Sedir re hikûmeta nû ya Iraqê pêk bînin û diyar kiriye, heta niha ti pêngavek ji bo pêkanîna hikûmeta nû nehatiye avêtin û ti nîşanek jî nayê dîtin ku erebên şîe li ser vê mijarê li hev bikin.
Parlementerê Iraqî daye zanîn,, hevpeymaniya Siyade di wê baweriyê de ye hikûmeta piranî hêviya dawî ye ji bo Iraq û Iraqiyan, lewra heger hikûmetek wiha pêk neyê dê siyaset li Iraqê bixitime.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin