PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku balafira aîdê Îngîltere ya RC-135 sînorê Rûsyayê îhlal kiriye. Li gor ragihandina wezaretê; balafira Îngîltere li ser Derya Barentsê ji aliyê sîstema bergiriyê ya Rûsya de hatiye tesbîtkirin. Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin ku balafira şer ya Rûsyayê ya Mig-31BM li hemberê wê bi hewa ketiye û weha dewam kir:
“Balafira di hedefê de hat tesbîtkirin ku balafir aîdê hêzên hewayî ya Îngîltere RC-135 ya elektronîk ya şer bû. Ev balafir sînorê Federasyona Rûsyayê li pozê Svyatoy Nosê seha me îhlal kir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin