PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê li navça Bazîdê bi serpereştiya serdozgeriya Bazîdê, bi sedema “endamê PKK/KCK ê ne” û “yekîtiya dewletê û welat xerab dikin”, li 4 navnîşanan lêgerîn hat kirin.
Di encamê de hêzên asayîşê kesên bi navên G.Ö, B.Ö û M.T xistin binçav. Li baregeha asayîşa navça Bazîdê îfadên kesên navborî hatin girtin û wan şandin edliyê. Her sê gumanbar ji aliyê dadgerê sulh-cezayê de, bi biryara zîndanîkirinê hatin girtin û wan şandin zîndanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin