PeyamaKurd – Doh di yekem roja Cejna Remezanê de, komek mamosteyên jin li navçeya Qereyazî ya Erziromê li bin tabeleyeke bi kurdî ‘Hûn bi xêr hatin’ hatibû nivîsandin, parvekirineke sivikatî û heqaretkirina li zimanê Kurdî li ser hesabên xwe yên medya civakî belav kiribûn û ev jî bûbû sedema nerazîbûnan.
Piştî belavbûna wê parvekirinê li ser medya civakî gelek nerazîbûn û bertek li dijî wan mamosteyên jin hatin parvekirin.
Qeymeqamtiya Qereyaziyê îro 3yê Gulanê ragihand ku derbarê wan mamosteyan de, lêpirsîna îdarî û edlî hatiye destpêkirin.
Rêveberê AKPê Parêzer Abdurrahim Firat jî li ser Twitterê eşkere kir ku Parêzgariya Erziromê lêpirsîn bo wan mamosteyan daye destpêkirin û got, ew ê destûrê nedin ti kes fitneyê bixe nava birayan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin