PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku dê şandên Rûs û Ûkraynayî derbasî Tirkiyeyê bibin. Peskov li ser hevdîtina ku dê di nav şandên aliyên şer de li Stenbolê pêk were de got; “ Destpêkirina hevdîtinên rû bi rû gelek girîng e.”
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku li ser navê Tirkiyeyê hewla navbeynkariya Rûsya û Ûkraynayê dide.
Erdogan heta niha 5 caran bi Serokê Ûkrayna Volodîmîr Zelenskiy re 3 caran jî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bi rêya telefonê axiviye.
Erdogan herî dawî di 27ê Adarê de bi Putîn re axiviye û da xuyakirin ku Tirkiye di vê pêvajoyê de ji bo pêkhatina agirbestê û hatina aştiyê dê tevkariyên xwe bidomîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin