Meclisa Tirkiyê parêzbendiya Semra Güzel rakir

Meclisa Tirkiyê parêzbendiya Semra Güzel rakir

PeyamaKurd – Parlementera HDP ê ya Diyarbekirê Semra Güzel bi sedema ku bi destgirtiyê xwe bi Volkan Bora re li çiya wêne kişandibû û ji dosya Bora ya dadgeha Meletiyê hatibû belavkirin û ev demekiye ku di rojeva Tirkiyê de, bû sedema gelek munaqeşeyan. Destgirtiyê Semra Güzel di PKK ê de gerîllabû û di operasyonekî de hatibû jinavbirin. Wêne di nav eşyayên wî de derketibûn.

Dosya di meclisa Tirkiyê de hat niqaşkirin û ket ber dengdanê. Li ser navê Semra Güzel seroke grûba HDP ê 3 siet axifî û wê parast.

Di encamê de bi piraniya dengan parêzbenda wê hat rakirin. Di dengdanê de 327 dengên erînî û 52 deng jî bi neyînî hatin dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin