PeyamaKurd - Li herêma Kurskê ya Ûkraynayê ji aliyekî ve operasyona Ûkraynayê didome ji aliyê din ve medyaya Rûsyayê hewl dide wê baweriyê bide gelê herêmê ku ew ê di şer de bi ser bikevin.
Di nûçeyên medyaya Rûsyayê de têne angaştin ku hêrişên Ûkraynayê yên nû, yek bi yek hatine pûçkirin, sivîl ji bajêr hatine derxistin û ziyanên kesên ji şer wergirtine têne qerebûkirin.
Di bultena nûçeyan a kanala dewletê ya Rûsyayê ya ku herî zêde tê temaşekirin de tê gotin ku "Em bi rojan di bin gulebaranê de man, lê belê me tu kesan li pey xwe nehiştin. Bi vî rengî alîkariya mirovan tê kirinê.” û wiha dom dike: “Baş xuya ye ku hêrişa Ûkraynayê bi ser neketiye. Li Kurskê rewş di bin kontrolê de ye.”
Angaşta komkujiyê
Kanala Rossiya 1 a ku di bin kontrola Kremlînê de ye jî angaştên wiha diweşîne ku “Ûkrayna, ji bo komkujiyan pêk bîne yekîneyên xwe yên herî baş ên artêşê dişîne herêma Kurskê." û ji temaşevanên xwe re piştrast dike ku “Ew ê nikaribin bêtir biçin."
Ev dezgeha ragihandinê Ûkrayna wekî welatekî sexte û bê artêşek rasteqîn nîşan dide û leşkerên Ûkraynayê wek "mîlîtan", "terorîst" an "hêzên rejîma Kîevê" pênase dike.
Şibandina şerê dijî Nazîzimê
Medyaya Rûs bi giştî vî şerî û şerê Yekîtiya Sovyetê û Almanyayê dişibîne hev û bi vegotara netewperweriya Rûs hewl dide bide têgihîştin ku çawa di şerê Sovyet û Almanyayê de ew bi ser ketine û Nazîzmê têk birine, vê carê jî ew ê bi ser bikevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin